Di sala 1884an da hatîye nivîsandin. Sernavên wê, hemî bi Kurmancî ne. Ji 20 sernavan pêk tê. Bi giştî ji 1879 beyt (malik) in. Ew bi wezna arûzê û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin.
Mecnûnî,, digel peder bi meş hat Babê wî, gelek bi dilkî xweş hat
Hatin ku di konê bûne sakînWalîde û cumle ehil, hatin
Wan, kir’ne tesellî boyî Mecnûn Bes tu birijîne eşkê pur-xûn
Bo xatirê wan du-sê eyyamanRûniştî, di gund de; bûye mîhman
Hasil, nedişî bike sikûnêHer, fikr û xiyalê wî, li çûnê
Behra dilê wî, bi pêl û coş hat Bêhemdî, bi gazî û xuroş hat
Dîsan kete çol û deşt û sehran Mesken tune, şubhê avê behran
Her dem bi hewar û wayê weylaDewran dike, ew bi ‘işqê Leyla
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.